NY: Li Şerîaya Rojava gelek kes bi zorê ji cih û warên xwe hatine kirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Şerîaya Rojava asta jicihûwarkirina bi darê zorê û rûbirûmayîna tundiyê gihiştiye astekî gelek bilind.

Li gorî rapora Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ya roja Duşemê, di du mehên destpêkê yên sala 2025’an de zêdetirî 44 hezar welatiyên Filîstînê ji cih û warên xwe hatine kirin.

OCHA’yê li ser medyaya dijîtal X’ê got: ‘’Komên alîkariyê hewl didin rê li pêşiya vê yekê bigirin, lê belê em ê nehêlin Şerîaya Rojava veguhere Xezeyê.’’

Li gorî daneyan bi tenê di mehên Çile û Sibatê de 44.285 welatiyên Filîstînê ji ber sedemên cuda ji cih û warên xwe hatine kirin. Nêzîkî 38.710 kes piştî operasyonên artêşa Îsraîlê yên li ser herêmên Cenin û Tulkarem ên bakurê Şerîaya Rojava neçar mane ku cih û warên xwe biterikînin.

Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku 2.765 kes jî ji ber hilweşîna xaniyên xwe û 837 kes jî ji ber tundî û qedexeyan cih û warên xwe terikandine.

Li gorî ajansa nûçeyan Wafayê û çavkaniyên xwecihî ji şeva Yekşemê ve ye li seranserê Şerîaya Rojava gelek serdegirtinên malan pêk hatine û gelek kes hatine binçavkirin.