NY: Ji Serokkomarê Fîlîpînê re tedawiya derûnî divê

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo Serokkomarê Fîlîpînê Rodrigo Duterte ku heqaret li raportorên NY kir got, "Jê re tedawiya derûnî divê."

Rayedarê NY Zeid Raad el Huseyin li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser nerazîbûna lîderê Fîlîpînê li raportorên NY. Zeid Raad el Huseyin got, "Divê Fîlîpînî bawer bikin ku pêwîstiya Serokkomarê wan bi tedawiya derûnî heye."

El Huseyin û gelek rayedarên mafên mirovan ên NY rexneyan li têkoşîna 'bi nîqaş' a Duterte ya li dijî narkotîkê dikin.

Ji sala 2016'an dema hilbijartina Duterte û vir ve 4 hezar û 100 bazirgan û bikarhênerên narkotîkê ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Parêzvanên mafên mirovan dibêjin, hejmara rasteqîn bi sê qatan ji hejmara fermî zêdetir e.