NY Ji bo Sûriyeyê destûreke nû ya bingehîn pêşniyar kir

Qasidê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê, di tûra nû ya danûstandinên Cenevreyê de, ku roja Sêşemê dest pê kir, pêşniyara destûreke bingehîn a nû kir.

Heyeta rejîma Sûriyeyê ya bi pêşengiya Beşar El Caferî û Komîteya Danûstandinan a Bilind ku îdîa dike 'mûxalefet' e, divê heta roja Çarşemê piştî nîvro bersivê bidin pêşniyarê.

Qasidê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra, roja Sêşemê bi aliyan re bi rengekî cuda rûnişt. Danûstandinan heta danê êvarê dewam kir.

Li gorî nûçeya AFP'ê, Mîstûra pêşniyar kir ku ji bo destûreke bingehîn a nû were amadekirin, tîmek ji aktîvîstên civaka sivîl û teknokratan bê avakirin.

Hat ragihandin, ku ev tîma 'şêwirmendiyê', li gorî alternatîfên taybet dikarin yekser dest bi karê avakirina projeya destûar bingehîn bike. Hat gotin, bi projeya destûra bingehîn re hewl tê dayîn di pêvajoya derbasbûnê de, ku niha danûstandin li ser tê kirin, pêşî li valahiyeke destûra bingehîn û hiqûqî were girtin.

Di rojeva danûstandinên Cenevreyê de çar mijarên bingehîn hene: Destûra bingehîn a nû, têkoşîna li dijî terorîzmê, pêvajoya derbasbûnê ya siyasî û birêxistinkirina hilbijartinê. Der barê naveroka pêşniyara Destûra Bingehîn de agahî nehate bidestxistin.

Ji sala 2016'an û vir ve li Cenevreyê pênc tûrên hevdîtinan hatin kirin. Di van danûstandinan de, alî ti carî li rû hev rûneniştin. Her pênc tûrên danûstandinan bi rengekî binketî qediyan. Li aliyekî danûstandinan rejîma Sûriyeyê, li aliyê din jî komên ku berjewendiyên hêzên derve temsîl dikin, hene. Ti hêza temsîliyetê û hêza çareseriyê ya van koman li ser rûyê erdê nîne. Ev bi taybetî ji komên ku li gorî berjewendiyên Tirkiye, Qatar, Erebîstana Siûdî û hin dewletên rojavayî tevdigerin, pêk tê.