NY’ê bertek nîşanî teqandina amûrên ragihandinê da

Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û diyar kir ku hiqûqa navneteweyî teqandina amûrên ku weke bêzirar xuya dikin, qedexe kiriye.

Konseya Ewlekariyê ya NY’ê piştî teqandina amûrên ragihandin û bêtêlan yên aîdî Hizbullahê bi daxwaza Cezayîrê civînek pêk anî.

Komîserê Payebilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk di civînê de axivî û got: ‘’Tundiya belavkirina terorê ya di nav sivîlan de sûcekî şer e.’’

Turk  diyar kir ku ‘qaîdeyên şerî hene û bang kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîneke ‘’serbixwe û zelal’’ were destpêkirin.

Turk di berdewaniya axaftina xwe de bertekên xwe anîn ziman û ev yek gotin: ‘’Her çi sivîl be û çi jî endamên komên çekdar be nabe ku di heman demê de bêyî were zanîn ku amûrên ragihandinê  di destê kê de ne û li ku ne werin teqandin. Ev yek binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.’’

Beriya civînê Berdevkê Sekreterê Giştî ê NY’ê jî bang li aliyan kir ku ‘helwesteke zêde nerm’’ nîşan bidin.

Berdevkê Sekreterê Giştî ê NY’ê Stephan Dujarric ev yek jî anîn ziman: ‘’Êrîşa li Beyrûdê jî di nav de em ji ragêşiya li herêmê rû dayî bi fikar in. Em bang li hemû aliyan dikin ku dawiyê li rageşiyê bînin. Divê her kes helwesteke nerm nîşan bide.’’

Serbalyozê Neteweyên Yekbûyî yê Îsraîlê Danny Danon ji çapemeniyê re axivî û got: ‘’Niyeta me tune ye ku em li Lubnanê bi Hizbullahê re şer bikin, lê belê em nikarin bi vî awayî jî berdewam bikin. Hewcehiya welatiyên Îsraîlê bi ‘parastinê’ heye.’’