NY: Di çalakiyên Îranê de bikêmanî 7 hezar kes hatine destgîrkirin

Berdevkê Michelle Bachelet a Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Rûpert Colvîlle ragihand ku di xwepêşandanên di nîva meha Mijdarê ji ber bihabûna benzînê ya li Îranê pêk hatî de, bi kêmanî 7 hezar kes hatine destgîrkirin.

Rûpert Colvîlle yê li Cenevreyê daxuyaniyek da got: “Di xwepêşandana ji 15’ê Mijdarê ve destpê kir û li 26 bajarên 31 eyaletên Îranê destpê kir bi kêmanî 7 hezar kes hatine destgîrkirin.

Colvîlle diyar kir ku ji mercên girtin, nêzîkatiyên xirab, binpêkirina mafan û dayîna cezayên darvekiriyê bi fikar in.

Bachelet jî daxuyaniyek da û got: “Bang li rayedaran dikin ku demildest hemû girtiyên ku bi awayekî kêfjî ji mafên azadiya xwe hatine bêparhiştin bên berdan.”

Colvîlle têkildarî hejmara kuştiyan jî agahî da û got: “Li gorî agahiyên li ber deste me, 13 jê jin, 12 zarok bi kêmanî 208 kes mirine. Hejmareke hê zêdetir ku hê nehatî piştrastkirin heye dibe ev hejmar duqat jî be.”

Li gorî Washîngtonê jî dibe hezar kes jî miribin. Sefîrê Taybet ê DYE yê Îranê Brîan Hook jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gel eşkerekirina rastiyan li derveyî sînorê îranê, wisa diyar dibe ku hejmara kuştiyên bihêje hezar kesî.

Li gorî daneyên Huhacîrên Gel a rêxistinên muxalîf a Îranê jî çalakî li 189 bajaran belav bûye nêzî hezar kes jî mirine. Muhacirên gel navê 320 kesên mirine jî parve kirin.