NY: 100 milyon kes bê parastinin!

Neteweyên Yekbûyî ji ber pandemiya Covîd-19 banga piştgiriya cîhanî kir, bal kişan din ku ji bo kesê bê parastin, ji bo 100 milyon kesê ku pêwîstiya wan bi arîkariyê heyî û dibin xeteriya mirinê dene bang kirin.

Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA), di daxuyaniya xwe de, bal kişan ji ber şewba koronavîrûsa ku li tevahiya cîhanê belav bûyî, li herêmên şer û herêmên cuda pêwîstiya mirovan bi alîkariya mirovî heye û bi milyonan kes di bin metirsiyê de ne.

Di daxuyaniyê de gotin; “Kesên pêwîstiya wan bi alîkariyê heyîn, li herêmên teng û li herêmên xizmeta tenduristiyê kêm û li welatên binesaziya wan lewaz de ev tê jiyîn. Dema vîrûs digehe van herêman, encam xirap derdikeve.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li welatên ku bi milyonan kes li hember pandemiya Covîd-19 tekoşînê dikin, ji aliyê binesaziyê ve pir lewazin, hişyarî dan ku li van herêman dibe şewba koronavîrûsê, şewbên nexweşiyên cuda jî bi xwe re bîne.

Li ser vê li van herêman NY yê da diyarkirin ku li ser pilana mudaxeleyek mirovî ya cîhanî dixebitin, bibîr xistin ku heta rojameya îro di çarçoveya tekoşîna Covîd-19 de ji bo gelek welatan wana alîkariya mirovî kirine.

Di daxuyaniya ku çarçoveya tekoşîna Covîd-19 de banga piştevaniyek cîhanî hate kirin, di dewama daxuyaniya xwe de gotin; “Pêwîste em bikaribin di cihanê de rê li ber vê şewbê bigrin. Ger, ev şewb li tevahiya cihanê neyê sekinandin, vîrûs wê disa bi zivire welatên ku xwe bi awayek ewle dibînin.”