Neteweyên Yekbûyî têkildarî Xezeyê hişyariya 'Xela'yê da

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li bakurê Xezeyê 'Xela' li ber derî ye û hişyarî da.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ku astengiyên rayedarên Îsraîlî şermezar kirin, ji 23'ê Çileyê û vir ve ti konvoyê nekarî xwe bigihîne bakurê Xezeyê.

Ramesh Rajasîngham bi navê Serokê Ofîsa Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Martîn Grîffîths axivî û got, "Eger li Xezeyê tiştek neyê kirin, wê xela rû bide."

Rajasîmgham got, "Em di dawiya meha Sibatê de ne, li Xezeyê herî kêm 576,000 kes -ji çar paran parek ji nifûsê ye- bi gavekê dûrî mirina ji ber birçîbûnê ye" û diyar kir ku temamiya nifûsa ji 2.2 milyon mirovî "Ji bo karibin bijî mixabin bi alîkariya mirovî ya kêm ve girêdayî ne."

Rayedar got, "Tabloya heyî çiqasî metirsîdar jî be, dibe ku hîn bêhtir nebaş bibe" û hişyarî da.

Alîkarê Dîrektorê Bicihanînê ya Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) Carl Skaû jî daxuyaniyek da Konseya Ewlekariyê ya NY'ê û got, "Eger tiştek neyê guhertin, li bakurê Xezeyê xela li ber derî ye."

Alîkarê Dîrektorê Giştî yê Rêxistiniya Çandinî û Xurekê ya NY'yê (FAO) Maûrîzîo Martîna roja Sêşemê ji Konseyê re got, "Li gorî senaryoyeke gengaz, heta meha Gulanê wê li bakur hilberîna çandiniyê têk biçe."