Neteweyên Yekbûyî: Li Efganistanê hejmara mirina sivîlan gihîşt asta rekorê

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Efganistanê di nîvê destpêkê yê sala 2021'ê de hejmara sivîlên hatin kuştin gihîşt asta rekorê.

Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê (UNAMA) rapora xwe ya li ser mirina sivîlan a nîv sala destpêkê ya 2021'ê eşkere kir. Li gorî vê yekê ji sala 2009'an dema dema destpêkirina hevdana daneyan û vir ve herî zêde di nîv sala îsal de sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Di raporê de hate gotin, "Li Efganistanê kuştina sivîlan di nîv sala destpêkê ya 2021'ê de gihîşt asta rekorê. Bi taybetî ji meha Gulanê dema vekişîna hêzên navneteweyî û zêdebûna êrişên Talîbanê û vir ve hejmara qurbaniyên sivîl zêde bûne."

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Kabûlê Deborah Lyons bi daxuyaniyekê got, "Rapor nîşan dide ku eger pêşî li tundiyê neyê girtin wê îsal di asteke ku beriya niha qet nebûye, sivîlên Efgan jiyana xwe ji dest bidin."

Lyons got, "Bang li Talîbanê û lîderiya Efgan dikim ku bandora giran a şer a li dijî sivîlan bibînin."

1659 SIVÎL HATIN KUŞTIN

Li gorî rapora UNAMA'yê di nîvê destpêkê yê sala 2021'ê de 1659 sivîl hatin kuştin, 3254 sivîl jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku ev yek zêdebûna ji sedî 47 a ji hejmara nîvê destpêkê yê sala 2020'î ye.

Li gorî raporê ji sedî 64 komên li dijî hikumetê ji kuştina sivîlan berpirsyar in, ji sedî 25 jî hêzên hikumetê ji kuştina sivîlan berpirsyar in.