Neteweyên Yekbûyî ji bo Iraqê banga 'hikumeteke tevgir' kir

Li Iraqê rewşa ne diyar a siyasî dewam dike. Neteweyên Yekbûyî ji bo avakirina hikumeteke 'tevgir' bang kir.

Bi navê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres daxuyaniyek hate dayin û Serokkomarê nû yê Iraqê Berhem Salih pîroz kir.

Gûterres li ser wezîfedarkirina siyasetmedarê serbixwe Adil Abdul Mehdî ji bo avakirina hikumetê got, ew dixwazin di nava dema diyarkirî ya destûra bingehîn de hikumetek were avakirin. Gûterres destnîşan kir ku hikumeta ji aliyê Mehdî ve were avakirin divê 'tevgir' be û diyar kir, hilbijartina Berhem Salih ji bo serokkomariyê, hêviya ku pêşî li vê pêvajoyê veke zêde kiriye.

Li Iraqê ku piştî hilbijartina meha Gulanê hîn hikumeta nû nehatiye avakirin, di nava şert û mercên asayî de wezîfeya avakirina hikumetê ji namzetê partiya herî mezin re dihate dyain. Berhem Salih wezîfeya avakirina hikumeta nû da Alîkarê berê yê Serokkomar Adil Abdul Mehdî.

Ev demeke dirêj e li dijî nelirêtî û kêmaniya xizmetên dewletê li Iraqê xwepêşandanên protestoyî tên lidarxistin. Avakirina hikumeta nû ji bo çareserkirina krîza li Iraqê weke gaveke girîng tê dîtin. 30 roj in Mehdî hene ji bo hikumetê ava bike.