Netanyahu gef xwar: Eger dîlgirtî neyên berdan, em ê deriyên dojehê vekin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu gef xwar ku eger Hamas hemû dîlgirtiyan bernede, ew ê ‘deriyên dojehê’ vekin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu roja Yekşemê li Qudsê bi Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Netanyahu di daxuyaniya dayî çapemeniyê de gef xwar ku eger hemû dîlgirtî neyên berdan, ew ê li Xezeyê “deriyên dojehê” vekin.

Netanyahu gotineke Serokê DYE’yê Donald Trump a têkildarî Xezeyê bi kar anî û got, “(Bi DYE’yê re) stratejiyeke me ya hevpar heye ku em nikarin hûrgûliyên wê bi raya giştî re parve bikin. Bêyî îstisna eger hemû dîlgirtî neyên berdan, mijara wê çawa deriyên dojehê bên vekirin jî di nav de ye.”

‘HÎZBULLAH DIVÊ BÊÇEK BIMÎNE’

Serokwezîrê Îsraîlê têkildarî Lubnanê jî axivî. Netanyahu got, Îsraîl ji bo agirbesta li Lubnanê “çi pêwîst be” wê bike.

Netanyahu ev gef xwar: “Hîzbullah divê bêçek bimîne û Îsraîl dixwaze ku artêşa Lubnanê bi xwe vê yekê bike. Lê belê bila gumana ti kesê nebe ku Îsraîl wê ji bo liv û tevgera li gorî agirbestê û parastina ewlehiya xwe her tiştê pêwîst bike.”