Serokwezîr Netanyahû yê serdana navenda hewayî ya Nvatîm a dikeve başûrê Îsraîlê kir, balafirên F-35 ên sala 2016’an ji Emerîkayê kirîbûn lêkolîn kir.
Netanyahû got: “Îran gefa têkbirinê li me dike; bila ji bîr neke ku ev balafir Îran jî di nav de dikare xwe bigihîne her cihê Rojhilata Navîn û heta dikare bigihêje Sûriyeyê jî.”
Îsraîl di salên dawî de ji Sûriyeyê bi dehan cihên Îran û Hîzbûllaha Lubnanê bombe kiriye. Îran a Îsraîlê weke dijmin dibîne, li Sûriyeyê rejîma Başar El Esad û li Libnanê jî destekê dide Hîzbûllahan.
Netanyahû di meha Hezîranê de ji bo ‘dijminên xwe’ di mijara ‘ne ceribandinê’ hişyar kiribû û gotibû: “Vê dibêjim dijminên xwe, hêzekî gelekî mezin a talanker a artêşa Îsraîlê heye.”
Îsralîlê meha Gulana 2018’an cara yekem balafirên F-35 di operasyonên şer de bikar anî, bûye welatê yekem ku ev balafir ceribandî.