Netanyahû: Depoya atomê ya veşartî ya Îranê heye
Hê jî ne diyar e bê ke rewşa peymana nukleerê ya Îranê wê çawa be, Israîlê got depoya atomê ya veşartî ya Tehranê heye.
Hê jî ne diyar e bê ke rewşa peymana nukleerê ya Îranê wê çawa be, Israîlê got depoya atomê ya veşartî ya Tehranê heye.
Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahû li New Yorkê li Desteya Giştî ya 73'an a Neteweyên Yekbûyî (NY), wêneyek par ve kir û îdîa kir ku ev wêne wêneyê malzmeyên ji bo hilberandina atomê û tesîsa atomê ya Îranê ye.
Netanyahû got cara pêşî ye tespît dikin ku tesîseke veşartî li Îranê heye û wêneyên derbarê tesîsê yên peykî weke delîl nîşan da. Netanyahû got li tesîsê navborî 150 konteyner û teçhîzat hene û got ev hemû dibe ku bi giraniya 300 tonî bin.
Netanyahû bang li rayedarên Saziya Enerjiyê ya Atomê ya Navnetewî kir û xwest ku tesîsa ku li Tehranê ye teftîş bikin.
Netanyahû got ew ê qet destûrê nedin ku rejîma Tehranê bibe xwediyê bombeya atomê ku Îran dixwaze Israîlê tine bike û got, li dijî hebûna leşkerî ya Îranê ya li Sûriye, Iraq û Lubnanê wê operasyonên xwe bidomînin.
Netanyahû ku li dijî rejîma Îranê bi helwesta xwe ya tund tê zanîn, gelek caran fermana operasyonê dabû ser hedefên Îranê yên li Sûriyê. Netanyahû Nîsanê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku wan arşîveke bi 100 hezar dokumanî bi dest xistine ku li Îranê li gel peymana nukleerê ya 2015'an jî bername atomê didome.