Netanyahû: Bila Erdogan dersa exlaq nede me!
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû nerazîbûn nîşanî qetlîama Xezzayê da û ‘dersa exlaq’ a Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan red kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû nerazîbûn nîşanî qetlîama Xezzayê da û ‘dersa exlaq’ a Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan red kir.
Netanyahû daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Erdogan yek ji piştgirê herî mezin ê Hamasê ye. Ev hêvîdar im ew ê dersên exlaq nede.”
Netanyahû di daxuyaniya 1’ê Nîsanê de jî Tirkiye qest kiribû û gotibû, “Pêdiviya artêşa Îsraîlê ji dersên exlaq tune ye, yên ku bi salan e sivîlan qetil dikin, dixwazin bidin me.”
Roja Duşemê leşkerên Îsraîlê gula bera xwepêşanderên Filîstînê dabû û nêzî 60 kes hatibûn qetilkirin, 2400 kes jî birîndar bûbûn. Rêveberiya Îsraîlê, Hamas ji vê şîddetê berpirsyar dibîne û gelek welatan êrîşa Îsraîlê şermezar kirin û xwestin ku lêpirsîneke serbixwe pêk were.”