NATO naxwaze têkeve nav krîza Încîrlîkê
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ku ew naxwazin têkevin navbera krîza Încîrlîkê ya di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ku ew naxwazin têkevin navbera krîza Încîrlîkê ya di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de.
Krîza Încîrlîkê ya ku dewleta Tirk nehişt parlementerên Elman biçin serdana wê bike didome.
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di civîna Wezîrên Parastinê yên YE’yê de wiha got: “Ev krîz, têkildarî têkiliyên Elmanya û Tirkiyeyê ye û her çiqas ev krîz NATO’yê eleqedar nake jî, hêvîdar im di demeke kurt de riyeke çareseriyê jê re bibînin.”
Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavûşoglû jî di daxuyaniyeke kanaleke televîzyonê de got: “Heke dixwazin veqetin, bila veqetin, em ê ji wan re bibêjin oxir be.”
Li Elmanyayê jî gelek partiyên siyasî û siyasetmedar dixwazin leşkerên Elmanyayê ji Încîrlîkê derkevin. Serokwezîr Angela Merkel jî peyam da ku em li baregeheke alternatîf digerin lê helwesteke zelal nîşan neda.