NATO mîsyona xwe ya li Iraqê bi hêz dike

Mutefîkên DYE’yê jibo bihêzkirina mîsyona xwe ya NATO ya li Iraqê lihev kir, Washîngton di mijara yek alî ya vekişîna hem ji Iraq û hem jî ji Efganistanê hişyar kir.

Biryar di civîna roja Înê ya li Brûksel a Wezîrên Parastinê ya welatên endamên NATO’yê de hate girtin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got: “Fikarên li ser rewaş ewlehiya li Iraqê hê jî dewam dikin, lê NATO amade ye ku ji bo hêzên Iraqê mîsyona xwe ya perwerdehiyê bi hêz û fireh bike.”

Stoltenberg bibîr xist ku niha 500 personelên NATO yên parçeyek ji mîsyona Iraqê ne hene û got: “Bi meqamên Iraqî û dîsa koaslîsyonên girseyî yên li dijî Dewleta Îslamê (DAÎŞ) dişêwirin ji bo hejmara heyî zêdetir bike û erka xwe hê zêdetir berfireh bike.”

Stoltenberg wiha domand: “Niha têkildarî hejmarê tiştekî nabêjim. Wê plan bên amadekirin, wê di civîna wezîrên parastinê ya bê ku Sibata 2021’ê bê lidarxistin de bê nîqaşkirin.”

Her wiha wezîran mîsyona Desteka Bibiryar a li Efganistanê jî gotubêj kirin. Hejmara vê mîsyonê ya li Efganistanê 12 hezar personel e, lê piştî ku Emerîka bi Talîbanan re peymanek îmze kirin û şûnde, biryara vekişîna ji welat û dîsa zêdebûna şidetê ji aliyê NATO’yê ve weke pirsgirêkek cidî tê nirxandin.

Jens Stoltenberg got: “Wê mehên li pêşiya me xwedubarebûn çê bibe” hişyarî kir. Stoltenberg wiha domand: “Yan wê li Efganistanê hemû destkeftî tine bibin, bi metirsiya ku wê welat tev bibe navendên terorîstan û em ê ter bikin, yan jî em ê bimînin; lê metirsiyek heye ku bi Talîbanan re şer bikin ew jî wê ji bo demek pir dirêj bibe. Em ê vê bi hev re gotubêj bikin û bigihêjin biryarê.”