'Nameya bi bombe ji aliyê anarşîstên Yewnan ve hatiye şandin'
Hat îdîakirin, ku nameya duh ji buroya IMF a Parîsê re hat şandin, mîna nameya bi bombe ya ji Wezareta Maliye ya Elmanyayê re hat şandin, ji Yewnanîstanê hatiye birêkirin.
Hat îdîakirin, ku nameya duh ji buroya IMF a Parîsê re hat şandin, mîna nameya bi bombe ya ji Wezareta Maliye ya Elmanyayê re hat şandin, ji Yewnanîstanê hatiye birêkirin.
Duh li buroya IMF a Parîsê, nameyek piştî ku hat vekirin teqiya û di encamê de wezîfedarê name vekir, bi sivikî birîndar bû.
Polîsê Yewnan der barê mijarê da xuyaniyek da û diyar kir, name ji aliyê komeke anarşîst a welatê van ve, li dijî zextên teserûfa giran, hatiye şandin.
Li gorî îdîayê, Tifaqa Hucreyên Agir, ku şandina paketa bi bombe ji bo Wezareta Maliyeyê ya Elman li xwe girt, ev çalakiya li dijî ÎMF'ê jî pêk anî.
Li aliyê din, 'rayedarek'î ji rojnameya Le Fîgaro re axivî, îdîa kir ku di navbera paketa teqemeniyê ya ji Wezareta Maliyeyê ya Elman û nameya ji IMF re hatin şandin, têkilî heye. Rayedar anî ziman, têkiliya navbera her du bûyeran tê lêkolînkirin.