Mûzîkjenê rapê yê Îranî Toomaj Salehî dîsa hat girtin

Mûzîkjenê rapê yê Îranî û navdar Toomaj Salehî ku ji ber ku piştgirî dabû serhildana ‘’Jin Jiyan Azadî’’ ji salekê zêdetir di girtîgehê de ma û hat berdan, piştî 12 rojan dîsa hat girtin.

Parêzer Amir Reîsian ji AFP'ê re axivî û got, "Muwekîlê min îro dîsa hat girtin, lê em sedemê  nizanin."

Mûzîkjenê rapê yê 32 salî di Cotmeha 2022’an de ji ber piştgirî dabû tevgera serhildanê hate girtin û di 18’ê Mijdarê de bi kefalet hatibû berdan.

Paşê bi sûcdariya "gendeliya axê" li mûzîkjenê rapê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Mûzîkjenê rapê yê navdar bi stran û peyamên xwe yên li ser torên civakî piştgirî dabû serhildana ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, ku di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû qetilkirin.

Li ser vê yekê dezgeha dadwerî ya Îranê mûzîkjen bi “propagandaya li hember pêrgalê”, “xerabkirina ewlehiya welat”, “hevkariya bi dewletên dijminên Komara Îslamî re” û “teşwîqkirina tundiyê” sûcdar dît.