Muzakereyên NAFTA’yê ne bi berjewendiya Çîn û Meksîkayê didomin
Donald Trûmp ku bi ‘şerê ticarî’ ya li dijî gelek welatan di rojevê de ye, di muzakereyên nûjenkirina peymana bazirganiya serbest a 24 salî de, gelek şertên giran da qebûlkirin.
Donald Trûmp ku bi ‘şerê ticarî’ ya li dijî gelek welatan di rojevê de ye, di muzakereyên nûjenkirina peymana bazirganiya serbest a 24 salî de, gelek şertên giran da qebûlkirin.
Peymana Bazirganiya Serbest a Amerîkaya Bakur (NAFTA) ku ji 1994’an ve sazkar e, ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp ve bi hinceta ku ‘li dijî berjewendiyên DYA’yê ye dîsa ji bo muzakereyan hatibû vekirin’’.
Piştî muzakereyên bi mehan domandî, pêr Kanada û DYA’yê li hev kiribûn. Duh jî di navbeyna sê welatan de hin şertên ku berjewendiya sanayiya Amerîkî didin ber xwe, hatin qebûlkirin.
Li gorî lihevkirina nû ya di navbeyna DAY û Kanadayê d, ku ji rê Peymana DYA- Meksîka-Kanada tê gotin, Trûmp baca gumrikê ya zêde ku anîbû ser pola û sifirê ya van du welatan wê vê gavê rake. Trûmp heta peymaneke teqez naxwaze van bacan rake.
HÊZÊ ÇÎNÊ YA DI SEKTORA OTOMOTÎVÊ TÊ SÎNORDARKIRIN
Di nav wan xalan de ku sê welatan li ser wê li hev kirî kêmkirina para şîrketên Çînî yên otomobîlan heye. Li gorî lihevkirina nû, ji bo ku otomobîlek li piyaseya DYA û Kanadayê bê gumrik were firotin hilberandina wê 62 ji 100’î heta bi 75 ji 100’î divê li Amerîkaya Bakur hatin kirin. Bi vê armanc ew e ku şîrketên Çînî nikaribin otomobîlan tenê li Meksîka ambalaj bikin û li DYA’yê an jî Kanadayê bifiroşin.
Her wiha ji ber sedema kêmbûna heqdestê ji bo ku Meksîa di sektora otomotîvê de ‘zêdetirk kar bi dest nexe’ hin şert têne danîn. Li gorî vê bi kêmanî 40 ji 100’î ya parçeyên otomobîlan divê ji wan şîrketan werin standin ku serê saetê bi kÊmanî 16 dolaran didin xebatkaran. Bi vê armanc ew e ku piraniya otomobîlan li DYA û Kanadayê werin hilberandin.
BI MEKSÎKA DA QEBÛLKIRIN LÊ KANADA QANIH NEBÛ
Di serê wan xalan de ku DYA’yê bi muzakereyan bi Meksîkayê da qebûlkirin lê Kanada nehate qanihkirin, beşê 19’an a NAFTA’yê ye. Li gorî vê, dema ku dewletan bi polîtîkayên zêde yên berevanîkirinê dema ku destek dane hin sektoran mijar wê biçe dadgehên taybet.