Muxalîfê Rûs Navalnî li girtîgehê mir

Li Rûsyayê, muxalîf Aleksey Navalnî ku li girtîgeheke li Cemsera Bakur di nava şert û mercên giran de dihate hiştin, jiyana xwe ji dest da.

Ajansên Rûs ragihandin ku 16'ê Sibatê roja Înê muxalîfê Rûs ê neteweperest Aleksey Navalnî li girtîgehê miriye.

Aktîvîstê 47 salî bi sûcdariya 'tundrewiyê' bi 19 salan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Îdareya girtîgehê FSIN got, "Di 16'ê Sibata 2024'an de li navenda girtîgehê ya bi hejmara 3'yan, mehkûm Navalny piştî meşa A.A. nexweş ket (...) sedema mirina wî tê lêkolîn."

Navalnî weke dijminê sereke yê Vladîmîr Pûtîn dihate naskirin û Çileya 2021'ê piştî bûyereke jehrkirinê ya ku Kremlîn pê dihate sûcdarkirin, piştî ku li Elmanyayê rehet bû vegeriya Rûsyayê û hingî hate girtin.

Navalnî bi fikrê xwe yê neteweperest dihate naskirin. Ji ber vî fikrê xwe jî di sala 2007'an de ji partiya Yabloko hatibû dûrxistin. Nijadê Slav diparast û dixwest ku subvansiyona ji bo komarên Misilman ên li Kafkasyayê bê birîn. Navalnî her wiha di sala 2008'an de di şerê dijî Gurcistanê de piştgirî dabû Rûsyayê û îlhaqkirina Qirimê jî pejirandibû.