Muxalîfê Rûs bi jehrê ket, di servîsa lezgîn de ye

Lîderê muxalefetê ya li Rûsyayê Aleksey Navalny di beşa lezgîn de ye. Berdevkê wî diyar kir ku Navalny bi jehrê ketiye.

Hate ragihandin, muxalîfê Rûs Aleksey Navalny herî dawî li Sîbîryayê beriya li balafirê siwar bibe qedehek çay vexwariye.

Navalny ê 44 salî, dema ku balafir ber bi Moskowayê ve diçû rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, lewma balafir neçar ma bi lezgînî dakeve.

Berdevkê wî li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got, "Aleksey bi jehrê ket". Berdevk ragihand ku muxalîfê Rûs di servîsa lezgîn de ye.

Berdevk got, "Li gorî me, jehr tevlî çaya Aleksey kirine. Serê vê sibehê tiştekî din venexwariye."

Li gorî berdevk, doktoran gotine ku jehr bi vexwarineke germ zû hatiye daqurtandin.

Ajansa nûçeyan a dewletê Tassê jî ragihand ku Aleksey Navalny li nexweşxaneya Omsk a li Sîbîryayê li beşa jehrbûnê ya li servîsa lezgîn e.

Hevrikê Serokdewletê Rûs Vladîmîr Pûtîn ê 44 salî Navalny berê jî bû hedefa êrişên fîzîkî. Navalny bi taybetî sala 2017'an dema ku ji buroya xwe derket, dezenfektan avêtibûn ser çavên wî.