Moskowa pêşnûmeya welatên rojava ya li ser Sûriyeyê lêkolîn dike

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku ew pêşnûme biryareke DYA, Fransa û Îngilîstanê ya li ser Sûriyeyê pêşkêş kirine lêkolîn dikin.

Li gorî nûçeya ajansa Interfaxê, şefê departmana rêxistinên navneteweyî ya Wezareta Karên Derve Piotr Iliçev got, "Divê em lêkolîn bikin. Hê nû hatiye pêşkêşkirin. Divê karê li ser tê kirin dewam bike. Em di cih de red nakin. Divê em lê binerin."

Rûsyayê, pêşnûmeya ku êrîşa li ser rejîma Sûriyeyê şermezar dike roja Şemiyê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiribû. Pêşnûme ji aliyê 15 endamên konseyê ve nehatibû qebûlkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa û Îngliîstanê şeva 13-14'ê Nîsanê êrîş biribûn ser rejîma Sûriyeyê. Bikaranîna çeka kîmyewî ya li Dûmayê ya 7'ê Nîsanê weke hincet ji bo vê êrîşê hatibû nîşandan.

Heman piştî êrîşê her sê welatan dabûn xuakirin ku wê bi pêşnûmeyekê roja 16'ê Nîsanê serî li KENY bidin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov roja 15'ê Nîsanê gotibû, gelekî zehmet e ku ew li hev bikin.

Ryabkov her wiha diyar kiribû ku rêyên têkiliyê yên navbera Washington û Moskowayê vekirî ne û Rûsya ji bo têkiliyên bi cîhana rojava re baş bike çi ji dest tê wê bike.