Moskow û Enqere ji bo peymaneke dî ya S-400'î dixebitin
Rayedarên Rûs gotin ew li gel dewleta Tirk li ser peymaneke nû ya S-400'î dixebitin.
Rayedarên Rûs gotin ew li gel dewleta Tirk li ser peymaneke nû ya S-400'î dixebitin.
Balkêş e ku ev daxuyanî piştî kombûna NATO'ê hate kirin. Li gorî ajansa nûçeyan a Înterfaxê ji hevkariya leşkerî û teknîk a Federal rayedarê paybilind Alexander Mîkheîev got Moskow û Enqere li ser peymaneke nû ya S-400'î dixebitin.
Patronê saziya îxracata leşkerî ya Rûs Rosoboronexportê meha bihurî bi daxuyaniyekê gotibû ew hêvî dikin ku di nav 6 mehên pêşî yê sala 20202An de bi Enqerê re peymaneke nû deynin.
Mîkheîev her wiha got, ''Lê divê ez bala we bikişînim ser wê ku hevkariya leşkerî û teknîk a li gel Tirkiyê wê tenê bi dayina S-400'î sînordar nemîne. Projeyên me yên mezin hene.''
Peymana têkilî kirîna pergala berevaniyê ya moşekan a S-400'î Tîrmehê berbiçav bûbû. Moskowê parçeyên pêşî yên pergala navborî ji Tikriyê re şand û diyar kir bihara bê wê tam bibe operasyonel.
Ji ber S-400'î di serî de bi DYE'yê re, di navbeyna Tirkiyê û hevalbendên NATO'yê de rageşî heye. DYE'yê ev peymana bi Rûsyayê re kiribû hincet û rawestandibû ku Tirkiye tevlî nav bernameya pêşvebirina balafirên şer F-35'an bibe. Lê l gel vê jî, DYE'yê rê dabû Tirk Rojava dagir bikin û komkujiyan bikin.