Morales çû Meksîkayê: Di demeke nêz de ez ê vegerim

Serokê berê yê Bolîvyayê Evo Morales diyar kir ku li welatê wî gef lê tê xwarin û çû Meksîkayê.

Morales nîvê şevê bi balafireke leşkerî ya Meksîkayê çû Meksîkayê. Meksîkayê mafê penaberiyê da Morales.

Morales Duşemê saet 21:30'î di Twitterê de peyamek weşand û got, "Xwişk û birayên min ez diçim Meksîkayê."

Morales got, "Ji bo min giran e ku ji ber sedemên siyasî welêt diterikînim, lê belê ez ê hestyar bim. Ez ê bi hêz û enerjiyeke xurtir vegerim."

Wezîrê Karên Derve yê Meksîkayê Marcelo Ebrard nîvê şevê di Twitterê de ragihand ku Morales di balafira leşkerî ya Meksîkayê de ye û wêneyekî ku ala Meksîkayê di destê wî de ye parve kir.

Morales anî ziman  ku beriya biçe Meksîkayê mala wî ya li Vîlla Vîctorîa hatiye talankirin û xwestine bişewitînin.

Evo Morales piştî çalakiyên şermezarkirinê yên ku sê hefteyan dom kirin, ji ber ku piştevaniya artêşê û polîsan ji dest da Yekşemê îstifaya xwe ragihand. Morales di 20'ê Cotmehê di hilbijartinên serokatiyê de serketina xwe ragihandibû, lê belê mûxalefetê ragihandibû ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin. Morales ê xwecihî ku ji sala 2006'an ve li desthilatdariyê bû gotibû, "Ez dest ji wezîfeya xwe ya serokatriyê berdidim." Beriya vê îstifayê gelek wezîr û parlamenteran jî îstifa kiribûn.