Moodys xebara nexêr da bankên Tirkiyeyê

Saziya pilekirina kredî li hemberî veberhênana bankên bi cinsê dowîz ên li Tirkiyeyê hecmê wê daxist B2’yê.

Pileya hecmê welat a li hember veberhênana bankan a cinsê pereyê biyanî ya Tirkiye ya demeke derêj e dike, ji aliyê Moodys ve ji B1 daxist B2’yê. Di warê welatên din de guhertinek pêk nehat.

Li gorî daxuyaniya Moodys’ê: “ Ji bo veberhênana cinsê dowîz daxistina pileya yekem a ji bo guhertina pileya dewletê, di rewşeke kêmkirina deynê krediyê û mîzankirina dayîna deynan em gihiştin wê qenetê ku ji bo xwe gihandina veberhênana cinsê dowîz ê hikûmetê astengkirin pêwîst e.”

Li gorî Moosdys’ê, rîska hikûmetê ya sînordarkirina xwegihandina veberhênanê ya xwediyê veberhênanê ya dowîza krediyê, ji rîska hikûmetê ya ji ber deynê xwe ya ketina serhişkiyê hê mezintire.