Misir û Îmarat li dijî destwerdana Tirkiye ya li Libya derketin

Serokê Wezareta Karên Derve yê Misrê Semêh El-Şukrî bi rêya telefonê li gel hempîşeyê xwe yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayêd re rewşa herêmî û aloziyên di nav welatên Erebî de yên weke Sûriye û Lîbiya yê gotûbêj kirin.

Wezîran her wiha di gotûbêjên xwe de li ser hewcedariya pêşxistina çareseriya siyasî ya ji bo rewaşa alozya welatên Erebî re, bi awayekî ku hêviyên gelên Ereb bi jiyaneke azad û bi rûmet ava bikin, lihevkirin.

Ev lihevkirina di navbera Misir û Îmaratê çend rojan piştî ku Misir, Yewnanistan û Qibrisê nerazîbûn nîşanî peymana di navber Erdogan û El-Sirac de hatibû lidarxistin, pêk hat.

Wezareta Karên Derve yê Misrê daxuyaniyek da û got: “Her du wezîran lihevkirine ku ji bo pêvajoya pêşiya me peywendiyên xwe bi civaka navnetewî û bi aliyên ku alîgirê aramiya Lîbiyayê ne zêde bikin. Her wiha ji bo hewldanên birayên me ango welatên Erebî û cîranên Lîbiyayê pêş bikeve da ku çareseriya siyasî pêşbixin.”

Piştî Misir, Qibiris û Yewnanistanê nerazîbûna xwe ji hevpeymaniya di navber Enqere û El-Sirac de di warê leşkerî û deryayî de eşkerkirin. Îmarat û Misir nerazîbûna xwe ji destwerdanên Tirkiye ya li herêmê nîşan dan.