Misir: DAÎŞ li Lîbyayê vedigere, em ê lê neyên rehmê

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samîh Şukrî diyar kir ku DAÎŞ li Lîbyayê vegeriya ye û got, "Em ê li gefeke wiha ya li ser sînorên xwe neyên rehmê."

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samîh Şukrî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî axivî û diyar kir ku DAÎŞ li Lîbyayê vegeriya ye.

Şukrî diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê bi taybetî li bajarê Sabratha yê li rojavayê Lîbyayê ji nû ve hatiye dîtin û got, "Em gelekî bi fikar in ku DAÎŞ li hin bajarên li rojavayê Lîbyayê bi taybetî li bajarê Sabrathayê ji nû ve tê dîtin."

Şukrî ji welatên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku piştgiriya ji rêxistinên cîhadîst ên li Lîbyayê re tê dayin şermezar bikin û destnîşan kir, ku rewşa li Lîbyayê ji bo Misrê gefeke.

Şukrî bêyî ku navê dewleta Tirk eşkere bike, diyar kir ku wê piştgiriya ji bo komên Îxwanî û El Qaîdeyê yên li Lîbyayê qebûl nekin û got, "Em ê li gefeke wiha ya li sînorên me ku bi piştgiriya ji derve rû da, neyên rehmê."

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî dawiya meha Gulanê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li xeta Sûrman û Sabrathayê ya li rojavayê Lîbyayê çeteyên El Qaîde, DAÎŞ û Ensar eş-Şerîatê hatine dîtin.

Her wiha hate eşkerekirin ku serkêşê êrişên li bajarê Sabrathayê, kesê bi navê Ahmed El Debaşî ye ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve bi sûcdariya "qaçaxçitiya mirovan" di sala 2018'an de li lîsteya reş hatibû bicihkirin.

Piştî ku serokê îstîxbarata Tirk Hakan Fîdan 7'ê Gulanê serdana Lîbyayê kir, Xalid El Şerîf ku endamekî El Qaîdeyê ye kiribûn serkêşê odeya operasyona leşkerî ya Trablûsê.

Demeke di çapemeniyê de hate weşandin ku Tirkiyeyê Xalid El Şerîf ê bi navê lixwekirî Ebû Hazim el Lîbî ji Tirkiyeyê aniye baregeha Misratayê û kiriye fermandarê operasyonên leşkerî yên Trablûsê.