Mîrektiyên Ereb: Tirkiye li Libyayê maskeya xwe da erdê

Wezîrê Derve yê Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY) Enver Gargaş bi sernava 'Tirkiye li Libyayê maskeya xwe da erdê' gotarek ji kovara Fransiz Le Poînt re nivîsî. Gargaş bang li cîhanê kir ku li dijî rola di şer de ya Enqerê ya li Libyayê raweste.

Gargaş lihevrasthatina keştiya Tirk û Fransayê ya 10'ê Hezîranê bi bîr ist û got, ''Niyeta Tirkî têra xwe nîşan daye.''

Gargaş got Serokomarê Tirk Tayyîb bi rengekî aşkere nîşan daye ku ew naxwazin di navbeyna Ewropa û cîhana Ereb de bibe pir û diyar kir, ''Jê bêhtir ew rê hilbijart ku Tirkiyê li gorî rabirduya wê ya emperyal ava bike û bikeve pozîsyona rikber û dijmin yê du hebûnan. ''

Gargaş her wiha got Tirkiye şîroveyeke agresîf û averêbûyî ya Îslamî ji bo ku li cîhana Ereb kaosê ava bike bi kar tîne û ji ber helkeftên bi Qatar û Birayên Misliman re gelek hesab hane ku divê bide.

Gargaş şantaja penabaran ku Tayyîb bi salan e li dijî Ewropa bi kar tîne bi bîr xist û got, ''Li Iraqê ji bo ku Kurdên alîgirê cîhana rojava ne, bombe bike, bi Îranê re hevkarî kir.''

Gargaş her wiha diyar kir, ''Mirov nikare înkar bike ku Libya platformeke emperyalîzma 'neo-Osmanî' ye.

Gargaş her wiha got, ji ber kirinên Tirkiyê yên li Libyayê divê civaka navnetewî bi rengekî aşkere û zelal peyama, ''tevgerên te nayê qebûlkirin'' bide.