Mîçotakîs: YE divê zextên girîng li Tirkiyeyê bike

Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs: Ji bo ku Yekîtiya Ewropayê dawî li hêza dewleta Tirk a li Rojhilatê Behra Spî bîne, divê zextên girîng bike.

Mîçotakîs di rojnameya Le Monde ya Fransayê, Allgemenîne Zeîtûng Frankfûrter a Elmanya û li Tîmesê de ya li Londrayê tê weşandin, gotarek nivîsand. Mîçotakîs got ku, “Pêdiviya me bi diyalogekekê heye lê ne di bin gefa çekan de.”

Serokwezîrê Yewnanistanê got ku “Tişta ku li ser ewlekarî û îstîkrara welatê min dibe gef, li ser ewlekarî û aramiya hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî dibe gef.”

Mîçotakîs diyar kir ku divê Yekîtiya Ewropayê zextên giran li Tirkiyeyê bike.

Wê heft welatên başûr ên endamên Yekîtiya Ewropayê wê vê Pêncşemê li girava Korsîka ya Fransayê werin ba hev û li ser Tirkiyeyê nîqaşan bikin. Ev civîn beriya civîna Konseya Ewropayê ye ya ku wê di 24-25’ê Îlonê de li ser têkiliyên bi Tirkiyeyê re bicive. Vê civîna bi navê Med7 ji sala 2016’an û heta niha cara heftan tê kirin. Fansa, Îtalya, Îspanya, Portekîz, Yewnanistan, Kibris û Malta tevlî vê civînê dibin.

Di 8’ê Îlonê de Qesra Elysse daxuyaniyek dabû û diyar kiribû wê li ser pirsgirêkên li Behra Spî nîqaşan bikin.