Meteorekî mezin wê di ber Cîhanê re derbas bibe

Meteorekî mezin ku Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) van heft salên dawî dikir nedikir nedidît, duh ji nû ve hate dîtin. NASA'yê ragihand ku meteor wê li Cîhanê nekeve.

Zanyarên NASA'yê rêgeha meteorê bi navê "2010 WC9" hesab kirin. Zanyaran roja Sêşemê daxuyanî dan û diyar kirin ku meteor wê bi mesafeya 200 hezar kîlometreyî dûrî Cîhanê derbas bibe. Ev mesafe nîvê dûrbûna Heyvê ya ji Cîhanê ye.

Beriya niha hin meteorên din ji mesafeyeke kintir ji ber cîhanê derbas bûbûn. Meha Cotmehê meteorê bi navê "2012 TC4" ji dirêjahiya 44 hezar kîlometreyî derbas bûbû. Sala 2013'an jî meteorekî din bi 28 hezar kîlometreyî nêzî cîhanê bûbû. Lê belê meteorê destpêkê 10 metre, yê din jî 45 metre bû.

Sala 2013'an meteorek li bajarê Tcheliabinsk ê Rûsyayê ketibû û bûbû sedem ku zêdeyî hezar kes birîndar bibin.

Tê texmînkirin ku meteorê ji cihekî bi 200 hezar kîlometreyî dûrî Cîhanê derbas bibe, 50 heta 120 metre ye. Meteor wê saet 22.04'an ji aliyê Antarktîkayê bibihure. Hate ragihandin ku li bajarê Cap ê Başûrê Afrîkayê, bi rêya teleskopeke navîn meteor dikare bê dîtin.

Ev meteor wê beriya sala 2019'an venegere. Tê payin ku careke din ji mesafeya 45 milyon kîlometreyî ji Cîhanê derbas bibe.