Merkel budçeya ji milyaran euroyî ji bo parastinê vediqetîne

Li Elmanyayê pêwîstiya budçeyê ya ji bo dibistan, kreş û gelek cihên din hê çareser nebûye. Lê belê Serokwezîr Angela Merkel bi biryar e ku bi milyaran euro ji bo 'modernîzasyon'a artêşê bi kar bîne.

Angela Merkel ku serkêşa koalîsyona CDU-CSU/SPD'ê ye, ragihand ku ew amade ne bi milyaran euroyî ji bo modernîzasyona artêşê bi kar bînin. Merkel serê xwe li ber zexta NATO û Serokê DYA Donald Trump a ji bo zêdekirina lêçûnên parastinê tewand. Tê payin ku hevparê koalîsyonê SPD nerazîbûnê nîşanî vê rewşê bide.

Merkel duh sozên nû da Wezîra Parastinê Ursula von der Leyen û generalên artêşê û got ku wê ji bo lêçûnên parastinê bi milyaran euro budçeyeke nû veqetîne. Çav li rê ye ku budçeya parastinê heta sala 2021'ê bibe 43 milyar euro. Merkel li ser budçeya li vê yekê bê zêdekirin hejmareke zelal neda. Bi vî rengî dixwaze lêçûnên parastinê bigihîne asta herî kêm 1,3 ji sedî ya hatineya milî.

NATO Û DYA HÎN BÊHTIR DIXWAZIN

Tê payin ku hevparê koalîsyonê SPD ku ji wezaretên li qada civakî berpirsyar e, nerazîbûnê nîşanî vê nêzîkatiya Merkel bide. Tevî vê yekê jî, xuya ye ev yek jî têra NATO û DYA neke.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump par daxuyanî dabû û xwestibû, her welat 2 ji sedî yê hatineya xwe ya milî ji parastinê re veqetînin. Tê zanîn ku NATO jî wê di civîna bilind a meha Tîrmehê de ji endamên xwe 'rêjeyeke zelal' bixwaze.

Li gorî kovara Der Spiegel, Merkel wê sozê bide ku heta sala 2025'an herî kêm 1,5 ji sedî ya hatineya milî ji parastinê re veqetîne. Ev yek jî tê wateya 62,5 milyar euro salane.

PÊWÎSTIYA DIBISTAN Û KREŞAN BI BUDÇEYÊ HEYE

Aboriya Elmanyayê, ji salên 2000'î û vir ve -sala 2009'an ne di navê de- timî mezin dibe. Lêçûnên zêdetir ên hikumetê ji bo parastinê û daxwazên şirîkê koalîsyonê SPD'ê li hev nayên.

Ji ber rewşa nebaş a gelek dibistan û kreşan, her sal pêwîstî bi razemeniyeke ji milyaran euroyî heye.