McCaîn: Ez bûma min ê Sefîrê Tirk biqewitanda

Senatorê komarparêz John McCaîn got ku divê Sefîrê Tirk ji DYA’yê were qewitîn.

Senatorê komarparêz John McCaîn, nerazîbûneke tund nîşanî parêzvane Erdogan da yê ku êrîşî çalakvanên Kurd kiribû. McCaîn got ku, divê Sefîrê Tirk were qewitandin.

McCaîn sefîrê Tirk Serdar Kiliç rexne kir û got, “Ev der DYA ye. Divê em sefîrên wan ji DYA’yê biqewitîn in.Tiştên wisa di warê dîplomatîk de divê bêbersiv nemîne.”

Hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji ber ku êrîşî çalakgeran kiriye gazî Sefîrê Tirkiyeyê yê Washingtonê Serdar Kiliç kiriye û DYA fikarên diyar kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve Heather Naûert daxuyand ku, “Şîddet tu carî nabe bersiva azadiya îfadekirinê”.