Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

May: Divê Bexda û Hewlêr diyalogê bidomînin

Serokwezîra Îngîltere Theresa May serdana Bexda kir û banga domandina muzakere û diyalogê li Bexda û Hewlêrî kir.

Serokwezîra Îngiltere Theresa May gihişte paytexta Iraq Bexdayê û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya. Piştî civînê herdu serokwezîran daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Theresa May diyar kir ku wê Îngiltere di qadên cuda cude de alîkariya ji bo Iraqê dewam bike û wiha got: “Em ê hewl bidin ku peywendiyên me li ser bingehek nû li gel Iraqê berdewam bikin. Em ji herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaz dikin ku dest bi guftûgoyê bikin.”

Theresa May got: “Em piştgiriya yekparçebûna xaka Iraqê dikin. Em ji Herêma Kurdistanê daxwaz dikin rêzê ji yekparçebûna xaka Iraqê re bigire.”

Piştre Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ku axivî, got: “Peywendiyên Iraq û Îngiltere di astek pêşketinê de ne. Bi taybetî di aliyê têkoşîna dijî terorîstan de. Îngiltere piştgiriya xwe ji bo yekparçebûna xaka Iraqê ragihandiye.”

Ebadî diyar kir ku Îngiltere di çend aliyên cuda de piştgiriya Iraqê kiriye û di demên borî de jî pêwîstiyên girîng ên penaberan bicih anîne.

Serokwezîra Înglîltere piştî Iraqê tê payîn ku serdana Urdun û Erebîstana Siûdî bike.