Maliyeta Hêza Aştiyê ya NY mijara nîqaşê ye

Di mijara dayina maliyeta mîsyonên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên din li hev nakin.

Nûnera DYA Nikki Haley diyar kir, yek ji çar parên maliyeta mîsyonên Hêza Aştiyê ya NY ji aliyê welatê wê ve tê dayin û got, divê welatên din jî maliyetê bidin.

Haley kêmkirina budçeya misyonan bi 600 milyon dolarî xiste rojeva nîqaşê û anî ser wê yekê ku welatê wê dikare para xwe ya tevkariyê kêm bike.

Mîsyonên Hêza Aştiyê di nava budçeya Neteweyên Yekbûyî de xwedî para herî girîng e. Di budçeya 2017-2018'an de ji bo Mîsyonên Hêza Aştiyê 6,8 milyar dolar hatibû destnîşankirin. DYA ku beriya niha 28,5 ji sedî yê para vê budçeyê dida, ev rêje daxist 25 ji sedî. Komara Gel a Çînê jî bi dayina para 10,25 ji sedî di rêza duyemîn de cih digire.

Welatên ku herî zêde tevkariyê li budçeya Mîsyonên Hêza Aştiyê dikin; Japonya, Elmanya, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî, Îtalya, Kanada û Spanya ne.

Serokê DYA Donald Trump ku Çileya 2017'an dest bi wezîfeyê kir, kêmkirina budçeya Neteweyên Yekbûyî ferz dike.