Makedonyayê bi rêya referandûmê navê xwe guherand

Li Makedonayyê doh referandûm hate kirin. Di encamê de navê Makedonyayê bû "Komara Makedonyayê ya Bakur".

Li ser guhertina navê welêt doh li Makedonyayê referandûm hate kirin. Du ji sê parên nifûsa Makedonyayê dengê xwe da. 90.72 ji sedî yê beşdaran xwestin navê Makedonyayê bibe "Komara Makedonyayê ya Bakur" dengê xwe bi vî rengî dan.

6.26 ji sedî yê beşdaran jî li dijî vê yekê deng dan.

Serokwezîr Zoran Zaev daxuyaniyek da û got, "Beşeke mezin a gel rêya Ewropayê tercîh kir." Li ser kêmbûna beşdariya li referandûmê Serokwezîr daxuyanî neda.