Madûro: Li pişt êrîşê DYA-Kolombiya hene

Serokdewletê Venezûelayê Madûro ragihand, DYA û Kolombiya berpirsyarê êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya li bajarê Valencîayê ye. Madûro got, êrîşkarên li wan tê gerîn wê bi rengekî herî giran werin cezakirin.

Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro, piştî tepisandina hewldaan êrîşê ya li dijî baregeha leşkerî ya li bajarê Valencîa yê eyaleta Carabobo, mîna her Yekşemê di televîzyona dewletê de ji gel re axivî.

Madûro diyar kir, 20 kesên ku wan weke 'leşkerên bi pere dixebitin' bi nav kir, êrîşî Baregeha Paramacay kirine, ketine depoya çekan a baregehê û got, "Ez vê yekê nikarim wekî din bînim ziman. Ev yek êrîşeke terorîstî ye ku li dijî artêşa me hatiye kirin." Madûro destnîşan kir, artêşa Venezûelayê bi rengekî dilpak û bi biryar bersiv daye vê êrîşê û got, DYA û Kolombiyayê ev darbekar fînanse kirine.

Madûro ragihand, ji êrîşkaran 2 kes hatin kuştin, yek birîndar bûye, 7 hatine girtin û 10 jî reviyane û wiha dewam kir: "Em zanin bê li ku ne, me polîs û leşkerên xwe sewqî vê derê kirin. Ez ê bixwazim ku yên tevlî vê êrîşa terorê bûne bi cezayê herî giran bên cezakirin." Madûro da zanîn, li gelemperiya welêt li 10 kesên çekdar tê gerîn. 

Di vê navberê de Wezareta Parastinê ya Venezûelayê Vladîmîr Padrîno Lopez anî ziman, ku koma êrîşî baregeha leşkerî kiriye, sivîl e. Padrîno got, "Ev êrîş ji aliyê komeke sivîl û leşkerekî berê ku kincê leşkerî li xwe kiribûn, hate kirin."

Li navenda bajarê Valencîa û derdora wê, wesayitên leşkerî li dewriyê digerin. Operasyon bi alîkariya hêzên hewayî dewam dikin.