Macron wê di îhaleyan de karibe giraniyê bide ser şîrketên Ewropî

Pêşniyarên Serokkomarê nû yê Fransayê Emmanûel Macron ên ji bo parastina îhaleyên cemaweriyê yên yekîtiyê, di nava Yekîtiya Ewropayê de tên nîqaşkirin.

Emmanûel Macron, ku roja Yekşemê ji bo Serokkomariya Fransayê hate hilbijartin, dixwaze ku di îhaleyên Yekîtiya Ewropayê de para herî zêde ji şîrketên li Ewropayê hilberînê dikin re bê dayîn. Di xaleke bernameya aboriyê ya Macron de, mal û xizmeta li Yekîtiya Ewropayê ji aliyê şîrketên ji sedî 50 hilberîna xwe li welatên yekîtiyê dikin, ve were girtin.

Ev pêşniyara Macron, qanûna bi navê 'Buy American Act' ji xwe re dike mînak, ku ji sala 1933'an û vir ve li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di meriyetê de ye. Li gorî vê yekê, saziyên federal ên li DYA neçar in di îhaleyan de di destpêkê de rê bide şîrketên Amerîkî.

Ev pêkanîna heyî li Çînê jî heye. Welatên Skandînavyayê û hin welatên Yekîtiya Ewropayê yên bi serkêşiya Elmanyayê, ku vê yekê weke dijberiya pîvana 'hevrikiya serbest û baş' dibînin, tevî Komîsyona Ewropayê li dijî vê soza Serokkomarê nû yê Fransayê derdikevin. Alîkarê Serokê Komîsyonê yê ji Fînlandiyayê Jyrkî Kataînen îdîa kir, ku daxwaza Emmanûel Macron li pîvanên Yekîtiya Ewropayê nayê.

Kataînen anî ziman, ev yek tê wateya kotayê û li dijî pîvanên îhaleyên cemaweriyê yên yekîtiyê ye.

TIRS Û FIKAR HENE KU PIŞTÎ BREXÎTÊ ŞÎRKETÊN ÎNGILÎZ LI DERVE BÊN HIŞTIN

Vê pêşniyara Serokkomarê nû yê Fransayê ku wê di 14'ê Gulanê de dest bi wezîfeyê bike, herî zêde Brîtanya Mezin xistiye nava fikaran, ku di sala 2019'an de ji nava Yekîtiya Ewropayê derdikeve. Tê gotin, pêşniyara Macron a bi navê 'Buy European Act' tê binavkirin, wê gelek şîrketên Îngilîz piştî Brexîtê ji îhaleyên cemaweriyê yên Yekîtiya Ewropayê bêpar bihêle.

Di nûçeyeke rojnameya The Telegraph de hat gotin, "Ev soza Macron wê kapasîteya şîrketên li derveyî bloka Ewropayê ne, kêm bike."

Di şîroveya The Tîmes de jî hat destnîşankirin, ku eger ev pîvana bi pêşengiya Fransayê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi cih were anîn, di serî de Brîtîsh Telecom û Serco wê gelek şîrketên Îngilîz zerareke mezin jê bibînin.

HELWESTA ELMANYAYÊ DIBE KU DI MEHA ÎLONÊ DE BIGUHERE

Ev pêşniyara Macron bi taybetî di têkoşîna li dijî bêkariyê de girîng tê dîtin. Der barê mijarê de wê helwesta Elmanyayê diyarker be.

Li Elmanyayê, ku pîvana hevrikiya serbest bi xurtî tê parastin û polîtîkaya parêzeriya di vî warî de tê redkirin, kêm jî be helwesta di vî warî de piştî hilbijartinên giştî yên federal dikare bê guhertin. Tê gotin, eger SPD a bi serokatiya Martîn Schûlz bi ser bikeve, wê Macron bi tenê nemîne.