Macron: Divê Hamas were bêbandorkirin û rêveberiya Filîstînê bê reformkirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokê Filîstînê Mehmûd Abbasî re bi telefonê axivî got, divê li Xezeyê Hamas were bêçekkirin û bêbandorkirin, her wiha rêveberiya Filîstînê bê reformkirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron piştî axaftina bi telefonê ya li gel Serokê Filistînê Mahmûd Abbas, bal kişand ser wê yekê ku ji bo çareseriya du dewletan hin gav pêwîste bên avêtin. Macron, got ku divê Hamas were bêçekkirin û bêbandor kirin, divê avahiyeke rêveberiyê ya pêbawer bê avakirin û Rêveberiya Fîlîstînê bê reformkirin.

Macron, her wiha ragihand ku Fransa dikare di konferansa Neteweyên Yekbûyî ya meha Hezîranê de dewleta Filistînê nas bike. Ev daxuyanî ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û derdorên rastgir û rastgirên tund ên Fransayê ve rastî nerazîbûneke tund hat. Netanyahu, ev gav wek "piştgiriya ji bo tunekirina Îsraîlê" bi nav kir. Rexnegiran jî diyar kirin ku ev naskirin dikare rewabûna Hamasê zêde bike.

Macron û Abbas her wiha li ser pêwîstiya agirbesteke lezgîn a li Xezeyê, gihandina bilez a alîkariyên mirovî û pêşî li derxistina bi darê zorê ya Filîstîniyan ji axa wan, sekinîn. Li gorî WAFA'yê, herdu serok diyar kirine ku divê Rêveberiya Fîlîstînê li Xezeyê tevî ewlehiyê hemû berpirsyariyan bigire ser xwe.

Her wiha behsa girîngiya pêkanîna planên welatên Ereb ji bo jinûve avakirina Xezeyê ji bo misogerkirina mayîna Filîstiniyan li ser axa xwe, hat kirin.

Macron, diyar kir ku Fransa ji bo ‘berdana dîlgirtiyan’, ‘pêkhatina agirbesteke mayînde’ û ‘alîkariya mirovî ya bênavber’ ji bo Xezeyê bi tevahî seferber e.

Di dawiyê de Macron got ku ew hem mafê Filîstîniyan ê xwedî dewletbûnê û hem jî mafê Îsraîliyan diparêze ku di nav aramî û ewlehiyê de bijîn.