Macron: DAÎŞ biqede teahûdên leşkerî jî diqedin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got, der barê mijara hebûna leşkerî ya li Sûriyeyê, rêveberên Parîs û Washingtonê li hev kirine.

Macron piştî ku bi Serokwezîrê Zelanda Nû Jacinda Ardern re li Qesra Elysee rûnişt, civîna çapemeniyê li dar xist û li ser rewşa Sûriyeyê axivî.

Macron got, "Qesra Spî mafdar e ku bi bîr bixîne ku teahûda wan aleşkerî li dijî DAÎŞ'ê ye û dema şerê dijî DAÎŞ'ê qediya ew ê jî biqede. Helwesta Fransayê jî bi heman rengî ye."

Macron roja Yekşemê ji BFMTV û Mediapart re axivîbû û gotibû ku ji bo yekîneyên leşkerî li Sûriyeyê bimînin wan Trump îqna kirine. Qesra Spî jî ragihandibû ku li Sûriyeyê di misyona hêzên Amerîkî de ti guhertin nebûye û Trump dixwaze di dema pêkan de yekîneyan vekişîne.

Macron diyar kir, berpirsyariyên wan ên li Sûriyeyê yên li gel Washingtonê ji DAÎŞ'ê jî wêdetir in û got, "Tevî berpirsyariya însanî, her wiha berpirsyariya ji bo avakirina aştiyê ye."