Macron bi fermî bû Serokkomar

Emmanûel Macron ê lîberal ku di hilbijartina Serokkomariyê ya Fransayê de bi ser ket, vê Şemiyê bi merasîmeke fermî li ser kursiya Serokkomariyê rûnişt.

Emmanûel Macron piştî ku di hilbijartina 7’ê Gulanê de Serokkomarî bi dest xist bi hefteyekê bi fermî peywir ji dest Françoîs Hollande girt. Macron ê 39 salî bû ciwantirîn Serokkomarê Fransayê.

Ji bo guherîna desthilatdariyê merasîm hate çêkirin. Alexîs Kohler bû Sekreterê Giştî yê Qesra Elysêeyê.

Tê payin ku Serokwezîrê nû roja Duşemê, desteya wezîran a hikumeta nû jî roja Sêşemê bên ragihandin.