Luksemburg, bang li NATO’yê kir ku dagirkeriya Tirk nîqaş bikin

Wezîrê Karê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn, bang li NATO’yê kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan a li Bakûrê Sûriyê nîqaş bikin.

Asselbornê di civîneke ku Wezîrên Karê Derve jî tevlî bûyî ya di avahiya NATO’ya li Brûkselê de axivî  wiha got; “ NATO, Kulûbeke ku ji nirxên demokrasiyê re rêz digire ye. Dema ku ewr kom bûn, nirxandin pêwîst dike.”

Asselborn, “Hemû pirsgirêkên ku di banê NATO’yê de tên jiyîn divê bi azadî divê bên nîqaşkirin.

Li gorî AFP’ê gelek welatên endamên NATO’yê dixwazin dagirkeriya Tirkiyê ya li Bakûrê Sûriyê di banê NATO’yê de bên niqaşkirin. Her wiha piştî dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê Luksemburgê bertekeke xurt nîşan dabû.

Asselborn, di axaftina xwe ya civînê de wiha got, “Kurdên YPG’yî alîkarî dan Koalîsyona Navneteweyî û hezên Amerîkayê û bajarê Reqayê  rizgar kiribûn. Divê ev yek bi terorîstan re neyê tevlihevkirin.”

Jean Asselborn diyar kir ku di derbarê mijara nîqaşkirinba dagirkeriya dewleta Tirk de piştevaniya gelek hevpîşeyên xwe wegirtiye.