Lîderên Yekîtiya Ewropayê li ser mijara koçberan li hev nakin

Ji ber helwesta hikumeta Îtalyayê, di Konseya Ewropayê de li ser mijara koçberan lihevkirin nebû.

Di civîna bilind a du rojan de ku doh dest pê kir, yek ji armancên girîng ew bû ku li ser koçberiya penaberan polîtîkayeke hevpar bê diyarkirin.

Di dawiya roja destpêkê ya civîna bilind de bi navê Berdevkiya Konseya Yekîtiya Ewropayê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser mijara koçberiyê li hev nehatiye kirin. Di daxuyaniya kurt de bal hate kişandin ser Îtalyayê û hate gotin, 'welatek' li pêşiya wergirtina encama hevpar asteng e.

Tê gotin ku ji ber 'fikarên' hikumeta nû ya Îtalyayê li Konseya Ewropayê lihevkirin nebûye.