Lîderên Koreya Bakur û Başûr hatin cem hev

Serokdewletê Komara Demokratîk a Gel a Koreya Bakur Kîm Jong-un û Serokdewletê Komara Koreya Başûr Moond Jea-în li gundê Agirbestê Panmunjomê, ku di navbeyna sînorên du welatan de dimîne, hatin cem hev.

Ji Şerê Koreyê yê 1950-1953’an ve lîderên du welatan ev cara sêyan e ku li hev rûdidin. Kîm, bû lîderê pêşî yê Koreya Bakur ku çûyî xaka Koreya Başûr.

Bi vê re, lîderên Koreya Başûr û Bakur piştî bi 11 caran cara pêşî têne cem hev. Lîder piştî ku her yekî firavîna xwe xwarin dîsa wê werin cem hev.

Jea-în got, ‘li welatî wî bûye stêrik’ û ji ber wêrekiya Kîm pesnê wî da.

Ev li hev rûniştina dîrokî ku rewşa bi ceribandinên nukleerê ya li Nîvgirava Koreyê teng hişk kiribû, bi dîplomasiya piştî lîstîkên Olîmpiyatê nerm kiribû, bi heftiyan plana wê dihate kirin.

Xalên sereke yên hevdîtinê, ku di pêvajoya plankirinê de bi taybetî gavên ‘’rawestandina ceribandinên nukleerê û qedandina weşandinên propagandayê yên li ser sînor’’ hatin avêtin, ‘’geşkirina têkiliyan’’ û ‘’bêçekkirina nukleerê’’ pêk tînin.

Tê payin ku Kîm û Serokdewletê DYA’yê Donald Trûmp ber bi dawiya Hezîranê ve li hev rûnin.