Lîderê olî yê Îranê 10 hezar mehkûmî efû dike!

Li Îranê, girtîgeh ji ber şewba vîrûsa koronayê bi giranî hatin valakirin. 10 hezar mehkûmên din jî wê bi wesîleya Newrozê bên efûkirin.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê ku agahiyên xwe dispêre ji berdevkên dadgeriyê Gulamhuseyîn Esmaîlî, lîderê olî Ayetûllah Alî Xamaney wê 10 hezar girtiyan Efû bike. Di nava wan de girtiyên siyasî jî hene ku kêmî 5 salan cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.

Esmaîlî ragihand, ku welêt efûya herî girîng e ku ji bo girtiyên siyasî tê ragihandin û diyar kir, yên di çarçoveya efûyê de ji ber şewba vîrûsa koronayê hatin berdan wê li girtîgehê neyên vegerandin.

Rejîma Îranê herî dawî biryar wergirtibû ku ji ber vîrûsa koronayê 85 hezar mehkûmî bi rengekî demkî berde. Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî li girtîgehên Îranê 189 hezar 500 girtî hene. Di nava wan de bi sedan kes hene ku meha Mijdarê di raperîna gel de hatibûn girtin.