Lîderê Koreya Bakur serdana Pekînê kir

Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un serdana Pekînê kir.

Serdana lîderê Koreya Bakur a li Pekînê bi rengekî fermî piştrast bû. Li gorî medya Çînê, ji Yekşemê heta Çarşemê serdaneke dîrokî hate kirin. Lîderê rêveberiya komunîst a Koreya Bakur Kim Jong-un ji sala 2011'an roja bûye desthilatdar û vir ve cara yekê ye serdana derveyî welat dike. Serdana destpêkê jî li Pekînê bû.

Tê gotin, rêveberiya Çînê dixwaze bi rêya vê serdanê di dosya nukleerî ya Koreya Bakur de bibe xwedî rol. Piştî ku daxuyanî li ser hevdîtineke gengaz a navbera Kim Jong-un û Serokê DYA Donald Trump de hatin kirin, dihate texmînkirin ku pozîsyona Çînê qels bûye.

Çîn ji aliyê aborî û dîplomatîk ve piştevanê bingehîn ê Koreya Bakur e. Lê belê tevî vê yekê jî têkiliya navbera her du welatan salên dawî nebaş bûbû. Pekîn ji testên nukleerî yên Koreya Bakur aciz bû, Koreya Bakur jî nerazîbûn nîşanî Çînê dabû ku di dengdana Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de deng daye biryarên pêkanînan.

Tê payin ku lîderê Koreya Bakur di dawiya meha Nîsanê de bi Serokkomarê Koreya Başûr Moon Jae-in û dawiya meha Gulanê jî bi Trump re rûnê. Tê gotin, Pekîn ji bo li derveyî van danûstandinan nemîne gaveke wiha avêtiye.

Rêveberiya Pyongyangê jî, eger danûstandinên bi DYA re bi ser nekevin, pêwîstiya xwe bi desteka cîranê xwe yê xurt bi Çînê heye. Bandora Pekînê ji bo pêşîgirtina li girankirina şer an jî pêkanînan, girîng e.