Li Yewnanistanê germahiya zêde, ziwabûn û şewat

Li Yewnanîstanê ji ber germahiya zêde li 50 deverî şewat derket. Tîmên agirkuj ên ku ji sedan kesî pêk tê hewl didin ku şewatê bitefînin.

Li Yewnanîstanê ji ber germahiya zêde û bayê xurt têkoşîna ji bo vemirandina şewatê zehmet dike, şewat zû berbelav dibe.

Îro li Yewnanîstanê ku germahî bûye 40 pile li 50 deverî şewat derket, ji bo ku şewat were tefandin 450 peywirdarên agirkujiyê dixebitin. Herî pir şewat li girava Elafonîssosê û li Marathonê ya nêzî paytext Atînayê xurt e.

Ajansên nûçeyan ên Yewnan ragihandin li girava Elafonîssosê û Marathonê qadeke kampê û otêlek hatiye valakirin.

Herêma Marathonê nêzî Matiyê ye ku par di şewatan de 102 kes miribûn.