Li Yemenê şewba kolera: Bi dehan kes mirin
Li Yemenê, ku şerê navxweyî lê diqewime, zêdeyî 2 hezar kesên bi nexweşiya kolera hatin tespîtkirin. Hat ragihandin, bi dehan kes jî ji ber vê nexweşiyê mirin e.
Li Yemenê, ku şerê navxweyî lê diqewime, zêdeyî 2 hezar kesên bi nexweşiya kolera hatin tespîtkirin. Hat ragihandin, bi dehan kes jî ji ber vê nexweşiyê mirin e.
Li gorî bîlançoya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hatiye ragihandin, li Yemen a ku şerê navxweyî lê dewam dike, di navbera 27'ê Nîsanê-7'ê Gulanê de 2 hezar 22 nexweşên kolera hatine tespîtkirin. Li gorî WHO, heta niha 34 kesî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.
Tirs û fikar hene, şewba kolera ku par li welêt belav bû, ji ber şerê navxweyî bibe sedema mirina gelek kesan.
WHO, Yemenê tevî Sûriye, Sûdan a Başûr, Iraq û Nîjeryayê weke yek ji welatên sereke ku divê alîkariya însanî bi rengekî lezgîn lê bê kirin, nîşan dide.
Li Yemenê, di destpêka sala 2015'an de di navbera yekîneyên artêşê yên alîgirê Serokkomar Abdrabo Mansûr Hadî û Hûsiyên Şîa û milîtanên alîgirê Serokkomarê berê Alî Abdullah Salih de şer dest pê kir û ev şer hê dewam dike. Piştî ku Hûsiyan di Adara 2015'an de temamiya paytext Sanayê kontrol kirin û zexta sirgûnê li Hadî kirin, Erebîstana Siûdî û welatên Kendavê jî tevlî vî şerî bûn.
Ji ber şerê navxweyî, heta niha 8 heta 16 hezar kesî di şer de jiyana xwe ji dest daye. Tê texmînkirin ku hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî 10 hezar kes in. Di vî şerî de ku li Erebîstana Siûdî jî der bû, zêdeyî 500 kes li vî welatî mirin. Zêdeyî 3 mîlyon Yemenî jî bûn penaber.
Li vî welatî, ku alîkariya însanî bi zehmetî digihêje, nîvê nifûsa ji 26 mîlyonî hewcedarê alîkariya bi xwarinê ye.