Li Yemenê ligel krîza mirovahiyê şer jî dijwar dibe

Li bajarê Hûdeyde yê Yemenê şerekî dijwar diqewime.

Li Yemenê ligel bangên navneteweyî jî, nexasim li bajarê Hûdeydeyê şerekî dijwar diqewime.

Li ser bajarê Hûdeydeyê ku di destê milîsên Şîa de ye, êrîşa hewayî ya hikumetê ku bi piştgiriya Erebistana Siudî didome.

Hefteyên dawî her çiqas piştî şerê giran hinek aramî çêbû be jî, çavkaniyên herêmê ragihandin ku duh danê êvarê dîsa şer dijwar bûye. Şer li rojhilatê bajêr zêde bûye û hate ragihandin hêzên hikumetê ji hêla Husiyan ve hatine topbarankirin.

Çavkanî radigihînin ku di vê êrîşa ku hêzên girêdayî serok-komar Mansûr Hadî bersiv daye û hêza hewayî ya koalîsyona Ereb jî ji hewayê piştgirî daye êrîşê û balafiran herî kêm 12 caran êrîş biriye ser çeperên Husiyan.

Piştî ku Adara 2015’an paytext Sana kete destê milîsên Husî şerekî navxweyî rû da yê ku Erebistana Siudî jî tevlî bûyî û heta niha zêdetirî 10 hezar kes mirine. Di çar salên dawî de ji ber nexweşî û vebayê bi hezaran kes mirin û nîvê gelheya welêt ku 28 mîlyon e, bi birçîbûnê re rû bi rû ye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo şerê navxweyî yê li Yemenê ku bi ‘Krîza cîhanê ya herî mezin’ tê binavkirin, hê jî pozîsyona xwe ya leşkerî diparêze û bêalî ye. Husiyên ku paytext Sanayê di destê xwe de digirin, ligel Hûdeydeyê, bi rêjeyeke zêde ya bajarên welêt yên rojava ku gelheya zêde li van herêman dijî jî, di bin serweriya xwe de digirin. Yek ji bajarê welêt ê girîng Aden jî sala 2015’an ketibû destê Husiyan lê belê hêzên hikumeta Yemenê bi piştgiriya hêzên Erebistana Siudî paşve girtibûn.