Li Yemenê li dijî kolerayê Rewşa Awarte hate ragihandin
Ji ber zêdebûna hejmara nexweşên kolerayê, li paytexta Yemen Sanayê Rewşa Awarte hate ragihandin. Rayedaran banga alîkariyê li hêzên navneteweyî kirin.
Ji ber zêdebûna hejmara nexweşên kolerayê, li paytexta Yemen Sanayê Rewşa Awarte hate ragihandin. Rayedaran banga alîkariyê li hêzên navneteweyî kirin.
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, roja Yekşemê daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû, ku li vî welatê şer lê diqewime, di nava du hefteyan de 115 kes ji ber kolerayê mirin e.
Wezareta Tenduristiyê ya herêma ji aliyê Hûsiyên Şîa ve tê kontrolkirin, da xuyakirin ku hejmara nexweşên kolerayê gelekî zêde bûye û sîstema tenduristiyê ya li paytext, têrê nake ku bersivê bide vê felaketê.
Rayedarên paytext Sanayê, ji bo pêşîgirtina li vê şewbê bang li rêxistinên navneteweyî kirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ragihand, li Sanayê tenê çend navendên tenduristiyê çalak in û ava paqij bi destê du ji sê parên nifûsê nakeve.
Li gorî ajansa nûçeyan a Sabayê, di anvbera 27'ê nîsanê û 13'ê Gulanê de, li paytext Sana û herêmên din 8.595 mirovên bi gumana bi kolera ketine hatine tespîtkirin. Hejmara nexweşên kolera ku li Laboratûwarê hatiye piştrastkrin, 213 ye.
Nexweşiyê li Yemenê, weke encamek ji şerê der dibin. Li Yemenê, piştî destwerdana Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî krîz girantir bû. Koalîsyona Ereb piştgiriyê dide Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansûr Hadî. Milîsên Hûsî yên Şîa jî ji Serokdewletê berê Alî Abdullah Salîh û ji Îranê piştgiriyê digirin.
Ji Adara 2015'an û vir ve li Yemenê zêdeyî 10 hezar kes mirin, zêdeyî 44 hezar û 500 kes jî birîndar bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî 19 mîlyon mirov, yanî ji sedî 60 ê nifûsa vî welatî di nava şert û mercên giran de ku nikarin xwe xwedî bikin, dijîn.