Li Yemenê kolera: Di du hefteyan de 115 kes mirin
Komîteya Xaça Sor a Navnetewî diyar kir li Yemenê di nav du heftiyan de 115 kes ji kolera mirine.
Komîteya Xaça Sor a Navnetewî diyar kir li Yemenê di nav du heftiyan de 115 kes ji kolera mirine.
Midûrê operasyonê yê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Domînîk Stîllhart, li paytext Sanayê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "krîzeke giran a kolerayê heye û em pê re hevrû bûne."
Stîllhart daneyên Wezareta Tenduristiyê par ve kir û got, di navbera 27’ê Nîsanê û 13’ê Gulanê de 115 kes ji koleraya mirine. Stîllhart diyar kir di heman demê de li 14 herêman 8.500 bûyerên kolerayê hatine tespîtkirin.
Rayedarê Komîteyê diyar kir li gel şer jî navendên tenduristiyê yên ku dixebitin bi kesên ku semptomên kolerayê hildigirin tije bûne û got, "Li ser nivîsekê 40 nexweş hene." Rayedar got, hin nexweş li baxçeyê an jî di wesayitê de têne sekinandin.
Li Yemenê 2016’an jî, ku welatê hejar û di şer de yê NîvGirava Ereb e, kolera hatibû jiyîn. Rêxistina Tendjristiyê ya Dinyayê, Yemen, Sûriye, Sûdana Başûr, Nîjerya û Iraq welatên ku krîzên giran ên însanî yên lezgîn ragihandibû.
Nexweşiyên li Yemenê encamên rasterast ên şer in. Li Yemenê piştî êrîşa Adara 2015’an a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ya Koalîsyona Ereb krîz girantir bû. Koalîsyona Ereb destekê didine Serokkomarê Yemenê Abd Rabbû Mansûr Hadî. Milîsên Şiî yên Husî jî ji Serokê Dewletê Alî Abdullah û Îranê destekê distînin.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ji Adara 2015’an ve li Yemenê 8 hezar kes mirin, 44 hezar kes jî birîndar bûn. Li gorî NY’yê 19 milyon kes, ango 60 ji 100’ê nifûsê ne xweyî şertê ewlehiyê û têrbûnê ye.