Li Yemenê ji ber êrîşeke hewayî 13 kes mirin
Li Yemenê ji ber êrîşa hewayî ya koalîsyona Ereb ku Erebîstana Siûdî serkêşê wê ye, herî kêm 13 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.
Li Yemenê ji ber êrîşa hewayî ya koalîsyona Ereb ku Erebîstana Siûdî serkêşê wê ye, herî kêm 13 kes mirin, 18 kes jî birîndar bûn.
Hêzên koalîsyonê ku Erebîstana Siûdî pêşengiyê jê re dike, duh bi şev bi balafiran êrîş birin ser bajarê Hacce yê Yemenê. Hate ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 13 kes mirine, 18 kes jî birîndar bûne.
Roja Înê jî ji ber êrîşa koalîsyona Ereb herî kêm 18 kes miribûn.
Erebîstana Siûdî hê li ser mijarê daxuyanî nedaye.